Tirkiye di warê gendeliyê de ji nav 180 welatan 115emîn e

07-08-2024
RÛDAW
Nîşan Ajansa Plangeriya Stenbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Rapora Şefafiyeta Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Rapora Şefafiyetê ya Tirkiyeyê ya Ajansa Plangeriya Stenbolê, Tirkiye di warê gendeliyê de li ser asta cîhanê di nav 180 welatan de di rêza 115emîn de ye.

Ajansa Plangeriya Stenbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, “Rapora Şefafiyeta Tirkiyeyê” eşkere kir.

Di raporê de şefafiyet û hesabdayîna ji ber karên hatine kirin bi hûrgilî hatine nirxandin.

Li gorî raporê, Tirkiye di warê gendelî û serdestiya hiqûqê de gelekî xirab e.

Serokê Ajansa Plangeriya Stenbolê Bugra Gokçe got:

“Tirkiye di mijara gendeliyê de ji 180 welatan di rêza 115emîn de ye.

Di warê serdestiya hiqûqê de ji sedî 65ê hemû welatan xirabtir e.

Divê ji bo bihêzbûna demokrasiyê û hesabdayînê, şefafiyet û serdestiya hiqûqê di asteke jortir de bê bicihkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst