Edene 3 caran li ser hev hejiya: Wezîr daxuyanî da

4 demjimêr berê
Nîşan Edene Kozan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kozanê ya bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê di nava 3 xulekan de 3 erdhej çêbûn.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku demjimêr 05:32yan erdhejeke bi mezihaniya 4,6an rû daye û kûrahiya wê 7,6 kîlometre bûye.

Piştî vê erdhejê di nava 2 xulekan de 2 erdhejên din ên bi hêza 4,5 û 4an çêbûn.

Wezîr daxuyanî da

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku heta niha rewşeke neyînî çênebûye û xebatên li qadê berdewam dikin.

Qaymeqamê Kozanê Bahattîn Alp Arslankoylu jî destnîşan kir ku xelk ji bo tedbîrê ji malên xwe hatiye derxistin û rewşeke neyînî nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst