3 kes ji ber 'şewitandina daristanê' hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Hatayê 4 kes bi gumana "şewitandina daristanê" hatibûn desteserkirin, 3 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.
Duh li navçeya Antakyayê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê agir bi daristanê ketibû.
Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hatibû vemirandin û hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn dabû destpêkirin.
Piştre 4 kesên gumanbar bi îdiaya "şewitandina daristanê" hatibûn destserkirin.
Îro her çar gumanbar piştî temambûna karûbarên îfadeyê birin dadgehê û 3 ji wan bi tohmeta şewitandina daristanê hatin girtin.