Dema kongreya awarte ya HDPyê diyar bû

07-08-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Kongreya Awarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di civîna Encûmena Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de biryar hat dayîn ku kongreya awarte 27ê Tebaxa îsal bê lidarxistin.

Encûmena HDPyê îro li Enqereyê li navenda giştî ya partiyê bi rojeva "kongreya awarte" civiya.

Hevserokên Giştî yên HDPyê Mithat Sancar û Pervin Buldanê serokatiya civînê kir.

Di civîna Encûmena HDPyê de biryar hat dayîn ku kongreya awarte 27ê Tebaxa 2023yan, li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê bê lidarxistin.

Herwiha di civînê de erk dan Lijneya Rêveberiya Navendî da ku amadekeriyên kongreya awarte bike.

Mithat Sancar beriya civînê diyar kiribû ku dê HDP bimîne lê dê kar û xebatên xwe bi rêya Partiya Çepên Kesk (YSP) bi rê ve bibin.

Biryar e kongreya YSPyê jî dawiya meha îlonê were lidarxistin navê wê were guherandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst