Li Edeneyê agir bi 2 kargehan ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê agir bi kargehekê ket û gihîşte kargeheke kozmetîkê ya li kêlekê.

Kar û xebatên vemirandina agir heta niha jî didomin.

Li Taxa Sarihamzaliyê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê ji ber sedemeke nediyar agir bi kargeheke veguherandinê (recycling) ket.

Di demeke kurt de agir gihîşte kargeheke kozmetîkê û li wir jî belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên hawarçûnê û polîs çûne cihê bûyerê.

Kar û xebatên vemirandina agir berdewam in, herwiha ziyana madî zêde ye.