Li Tarlabaşiyê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû

07-08-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Êrişa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê hinek kesên bi motorsiklêt gule li 2 kesên ku li kêleka rê rawestiyabûn reşandin. Di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li sêrêyên Tarlabaşiyê ya navçeya Beyogluyê ya Stenbolê hinek kesên ku li motorsiklêtekê siwar bûbûn ji ber sedemeke nayê zanîn gule li 2 kesan reşandin û piştre ji cihê bûyerê reviyan. Di bûyerê de 2 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 2 kesên birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyê.

Tevî hemû hewldanên bijîşkî yekî ji birîndaran ku navê wî eşkere nebûye canê xwe ji dest da.

Di heman demê de li derdora cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û hat zanîn ku sê gule jî li otomobîlekê ketine.

Heta niha jî kesên êrişkar nehatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst