Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê îro dicive

07-08-2023
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Tirkiyeyê Kabîne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê dicive.

Di civîna ku dê li Koşka Serokkomariyê ya Beştepeyê de bê kirin dê pêşhatên siyasî û aborî yên navxwe û cîhanî bên gotûbêjkirin.

Li gor agahiyan, dê yek ji rojevên sereke yên civînê rewşa aborî be ku Tirkiye niha ji ber rewşa xirab a aboriyê zehmetiyan dikişîne.

Di civînê de herwiha dê endambûna Swêdê ya NATOyê û korîdora veguhestina dexlûdanê Ukraynayê jî bên nirxandin.

Dê ji aliyê Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek ve nexşerêya aboriya Tirkiyeyê û bernameyên heyî werin pêşkeşkirin.

Herwiha mijarên enflasyon, daketina nirxê lîreyê Tirkî, mûçeyê xanenişînan jî dê di civînê de bên nirxandin.

Di civîna Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê de dê serdana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a Tirkiyeyê û asayîkirina pêwendiyên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de jî bên gotûbêjkirin.

Xaleke din a ku tê gotin dê di civînê de were gotûbêjkirin kar û xebatên ji nû ve avakirina navçeyên erdhejên Mereşê ne.

Tê çaverêkirin ku piştî civînê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîneke çapemeniyê de biryarên ku hatine wergirtin ji raya giştî re ragihîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst