Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku di bernameyeke televîzyonî de li medyakar Latîf Şîmşek xistine, derbarê parlamenterê Partiya Demokratîk (DP) Engînyurt û parêzvanê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber nîqaşeke televîzyonî ya di navbera Alîkarê Serokê Giştî yê DPê û parlamenterê Orduyê Cemal Enginyurt û rojnamevan Latîf Şîmşek de derbarê Enginyurt û parêzvanê wî de ku peywira wî ya fermî nîne, lêpirsîn daye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku belgeyên lêpirsînê yên derbarê Enginyurt de dê ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê re bên şandin.
Çi qewimî?
Di navbera Cemal Enginyurt û rojnamevan Latif Şîmşek de ku duh êvarê di ekranên TV 100 de bûn mêvanê bernameya Di Rojevê ya Pinar Ardor de nîqaş derket.
Piştî daxuyaniyên rojnamevan Şîmşek ên derbarê doza Selahattin Demirtaş û Osman Kavala de ku got, “Her kes dê rêzê li biryara ku hatiye dayîn bigire. Kes nikare dadger, dozger û polîsên vî welatî biçûk bike”, Cemal Engînyurt bersiv da û got, “Dest ji vê parêzvaniyê berdin, dev ji van tiştan berdin.”
Piştî berteka Şîmşek ku got “Tu dest ji van tiştan berde” di weşana zindî de her du alî bi qurika hev girtin.
Piştî rageşiyê bername 20 deqeyan qut bû. Dema pêşkêşkar Ardor dîsa weşan vekir Enginyurt û Şîmşek li studyoyê nehatin dîtin.
Ardor ji temaşevanan lêborîn xwest û got ku parêzvanên Engînyurt di bêhnvedana bernameyê de li Şîmşek xistiye.
Dîmenên dema ku li Şîmşek dixin ji aliyê kamêrayê ve hatiye qeydkirin
Di demekê de ku bertekên ji ber bûyerê zêde dibûn, dîmenên wê beşa bernameyê ku duh şev li ser ekrana kanalê nehatin weşandin. îro ji aliyê kanalê ve hat servîskirin.
Di vîdeoyê de tê dîtin ku Enginyurt demeke dirêj li dijî Şîmşek tevgerek kir, lê ji ber mudaxeleyan biserneke
Lê belê di berdewamiya dîmenan de kêliyên ku parêzvanên Engînyurt li Şîmşek xistiye jî cih digire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse