Li ser gotina 'Çima em ji Kurdê ne Misilman re bibêjin Kurd?' bertekên mezin

Hewlêr (Rûdaw) – Gotinên Parlamenterê Partiya ÎYÎ Yavuz Agiraliogluyê ku gotibû, “Em ji Tirkên ne Misilman re nabêjin Tirk. Çima em ji Kurdê ne Misilman re bibêjin Kurd?” li ser medyaya civakî rastî bertekên mezin hatin.

Di vîdeoya ku li ser medyaya civakî hat parvekirin de Agiralioglu dibêje, “Zarokên Marks nikarin miletên birayê hev in bike dijminê hev” û li ser gotina Îsmaîl Turk, “Te berî bîstekî behsa Kurdên ne Misilman kir...” Agiralioglu got, “Em ji Tirkên ne Misilman re nabêjin Tirk. Bi kamiliyê em nabêjin Tirk. Çima em ji Kurdên ne Misilman re bibêjin Kurd? Çima em bibêjin însan?”

Agiralioglu di vîdyoya ku tê gotin berî 9 salan hatiye girtin de dibêje, “Ji bo me ya girîng ev e: Ew tiştê ku di pêvajoya ku ji roja ku em di dîrokê de derketine holê, me di doza xwe ya ebdiya Xwedê de, me pêvajoyeke ku aliyên wê yên dewlet, neteweyî û şaristanî hatine bihêzkirin jiyan, bi hev re.

Yên ku bi ol, bawerî, gotin, exlaqê xwe di tu parçeyekî vê pêvajoyê de nebûn, nikarin nûnertiya Kurdan, biratî, şaristanî û baweriya me bikin. Ya herî xirab a vê pêvajoyê ji bo me, bikaranîna civakeke ku bi bêbawerî û bêexlaqiya xwe derketiye holê, weke hinceteke biratiya 1000 salî bê hesibandin.”

Agiralioglu her wiha anî ziman, “Yanî em nikarin Kurdên xwe radestî şebekeya kujeran bikin. Em nikarin Kurdê xwe bispêrin şebekeya kujeran ku ne bi Xwedê bawer dikin, ne bawerî heye, ne rêza pîroziyan hebe û ne jî rêza mirovatiyê hebe. Em dikarin her cûre xeletiyên siyasî telafî bikin lê em nikarin pêşbînî bikin dewleteke ku Kurdên xwe dixe bin şebekeya kujeran dê ber bo ku ve biçe.”

Agiralioglu di serdema Muhsîn Yaziciogluyê ku di sala 2009an de di ketina helîkopterê de miribû, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) bû.

Agiralioglu di Gulana 2018an de tevlî Partiya ÎYΠbibû.