Erdogan û Fuad Husên civiyan

07-08-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civiyan.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyê hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro Şemiyê 7ê Tebaxa 2021ê li Koşka Vahdettîn biqasî 40 xulekan dewam kir.

Der barê rojeva civînê de ti zanyariyek nehat dayîn.

Erdogan her îro pêşwazî li Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhamid Dibeybe kir û piştî civînê di navbera şandê herdu welatan de hevdîtin hatibûn despêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst