Li navçeyên agir pê ketine kesên nijadperest pişkinîna nasnamayan dikin

Antalya (Rûdaw) - Piştî agirgirtina daristanên Manavgatê û çend navçeyên Antalyayê, hinek grûpên radîkal û regezperest derfet dîtin ku derveyî yasayan tev bigerin û rêbendan li ser rêyan danin û rêya xelkê bibirin, daxwaza nasnameyan bikin. Serokê Şaredariya Manavgatê piştrast dike ku li navçeya wan grubên rêgezperest rêya digirin û pişkînîna nasnameya xelkê dikin.

Piştî ku li beşeke zêde ya bajarên başurê rojavayê Tirkiyê agir bi daristanan ket, çend grubên rêgezperest jî li dijî kurdan dest bi bangeşeyê kirin. Beşek ji wan gruban îdîa kiri ku daristan ji aliyê PKKê yan jî Kurdên li wê deverê ve hatine şewitandin. Li gorî gotina serokê şaredariya manavgatê û hinek dîmenên belavbûyî grubên navborî rêyên xelkî digirin û pişkînan nasnameya dikin.

Yek ji wan kesên rêgiriyê dike dibêje: “Ez wan kesên biyanî dirawestinim, kesên ku ez gumanê jê dikim wan disekinînim. Ez dê wan bidim polîsan.”

Manavgat yek ji navçeyên giring ê geştiyarî ye. Li gorî sendikaya kedkarên kerta geştiyarî karên ne rewa û ne baş ên çend grubên rêgezperest îmaja navçeyê jî xirab dikin şaxa sendikayê ya li Manavgatê jî ji ber bûyeran dilgiran e û hikumetê jî bi xemsariyê tawanbar dike.

Serokê Sendikaya Karkerên Geştyarî Salih Ozdemir: “Karekî xirab dikin. Zirarê didine bajarê me jî. Hin alî xwe tînin pêş û dixwazin tirsa xwe li ser xelkî ferz bikin. Li her derê dinyayê agir heye û sedem jî gerim bûna gerdunê ye.lê desthilatdar dixwazin sûçên xwe bixin stuyê kesên din.”

Li gorî amarên fermî yên rêveberiya geştiyarî ya Antalyayê di 8 rojên destpêka meha borî 450.991 geştyaran ji meha çileya heta destpîka Tîrmehê ya îsal jî zêdetirî 2 milyon geştyaran serdana Antalyayê kirine. Herî zêde geştiyar ji Rusya, Ukrayna, Almanya û Polonyayê seredana Antalyayê dikin.