Li Tirkiyê 16 koçberan ji bo ku neyên dersînorkirin sabûn daqurtandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kayserî yê Tirkiyê, 16 penaberên Pakistanî yên li Navenda Vegerandinê ya girêdayî Îdareya Koçê ji bo ku bo welatê xwe neyên dîportkirin, sabûn daqurtandin.

Li gorî nûçeya DHAyê, 16 kesên Pakistanî piştî ku prosedurên dersînorkirina wan dest pê kirin, sabûnên ku ji bo paqijiya kesane hatine dayîn, daqurtandin.

Piştî agahdarbûna rayedarên Navenda Vegerandinê ya girêdayî Îdareya Koçê ya Kayseriyê, tîmên tendirustiyê tevî hejmareke zêde ya ambulansan bo cihê bûyerê hatin şandin.

Li gor agahiyan, tê texmînkirin ku penaberên Pakistanî ji bo ku pêvajoya dersînorkirina xwe bidin rawestandin, sabûn xwarine daku bo nexweşxaneyê bên veguhastin.

Parêzgariya Kayseriyê têkildarî bûyerê daxuyaniyek nivîskî belav kiriye û ragihandiye, piştî destpêkirina proseya dersînorkirina wan 16 koçberan, wan sabûnên ji bo paqijiya kesî xwarine û li ser vê yekê bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Kayseriyê, têkildarî wan koçberan de ti rewşên nerênî çê nebûne û rewşa wan baş e.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “16 mêvanên me yên Pakistanî yên li navenda me ya vegerandinê, bi destpêkirina prosedurên dersînorkirinê, hewl dane bi xwarina sabûnên ku jibo paqijiya kesî dabûne wan, bo nexweşxaneyê bên veguhastin. Têkildarî rewşa tendirustiya wan de ti rewşeke nerênî nehatiye dîtin.”

Her 16 welatiyên Pakistanî bi gumana jehrîketinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kayseriyê.