Bînalî Yildirim ji bo seroktiya parlamentoyê bû namzed

07-07-2018
RÛDAW
Nîşan HilbijartinTirkiye Binalî Yildirim Parlamento Serokatî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ji bo seroktiya parlamentoya Tirkiybê bû namzed.

 

Serokê Koma AK Partiyê li Parlamentoyê Nacî Bostancî û cîgirserokên komê ji bona namzediya Binalî Yildirim a bo Seroktiya parlamebtoyê serî li Serokatiya Meclisê xistin.


Derbarê vê yekê de Binalî Yilrdirim jî wiha got: “Înşallah ji bo welêt û gel bi xêr be. Dibe ku namzedên din jî derkevin. Di tura ewil de dê xilas bibe yan na nizanim. Parlementoya me, parlementerên me çi bibêjin dê ew be.”


Li Tirkiyê bi awayeke fermî serdema sîstema hikûmeta serokwezîr bidawî bû û sîstema hikûmeta serokomar dest pê kir. Ji bo vê armancê jî biryarnameyeke di hikmê qanê de hate derxistin.


Li gorî biryarnameya ku di rojnameya fermî de hate belavkirin, hemû yasayên derbarê sîstema serokwezîr û desteya wezîran de hatine betalkirin û hemû desthilat û payeyên serokwezîr jî dane destê serokomar.


Ev biryar dê piştî sondxarina serokomar werin cîbicîkirin.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst