Enqere (Rûdaw) – Biryar bû îro Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bo cara yekem, bi xwe derbiketa pêşberî dadgehê. Lê Demirtaş ji ber kelepçekirin qebûl nekir, ew nebirin dadgehê. Ji aliyê din ve, HDP daxwaza dadperweriyê kir.
Li 35emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê biryar bû îro Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, cara yekemîn derketiba pêşberî dadgehê. Lê ji ber ku Demîrtaş kelepçekirin qebûl nekir, ew ne anîn dadgehê.
Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag roja 4 Mijdara 2016an li Amedê hatibû girtin.
Hemû rûniştinên dadgehan yên Demirtaş heta niha bi riya sîstema SEGBÎSê ango bi riya dîmenên rasterast (vîdeokonfrans) dihatin birêvebirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse