Herî zêde girtî li Tirkiyeyê hene: Rêje ji sedî 439 zêde bûye

07-06-2024
Nîşan Tirkiye Girtî Konseya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiye ji aliyê hejmara girtiyan ve, di nava welatên endamên Konseya Ewropayê de yekem e.

Li gorî rapora Zanîngeha Lozanê ya derbarê girtîgehan, li Tirkiyeyê heta 31ê Kanûna Paşîn a 2023yan nêzîkî 350 hezar kesî girtî ne yan jî ceza wergirtine.

Tirkiye bi vê hejmarê di nav welatên endamên Konseya Ewropayê de di rêza yekem de ye.

Li gorî rapora Zanîngeha Lozanê, li welatên endamên Konseya Ewropayê her ku diçe hejmara kesên li girtîgehan zêde dibe.

Li gorî amaran, heta 31ê Kanûna Paşîn a 2023yan li Tirkiyeyê 348 hezar û 265 girtî hebûne.

Brîtanya piştî Tirkiyeyê di rêza duyem de ye û heta wê demê 90 hezar û 964 kes li girtîgehan girtî bûn.

Nifûsa girtîgehan ji sedî 439 zêde bûye

Raporê da zanîn ku li Tirkiyeyê di navbera salên 2005 û 2023yan nifûsa girtîgehan ji sedî 439 zêde bûye û piştî Tirkiyeyê bi zêdebûna rêjeya ji sedî 76an Qibris tê.

Li gorî rapora Zanîngeha Lozanê, li welatên Ewropayê nifûsa girtigehan a heta 31ê Kanûna Paşîn a 2023yan wiha ye (Her 6 welatên ewil):

Tirkiye: 348,265

Brîtanya: 90,964

Fransa: 72,294

Polonya: 71,228

Almanya: 58,098

Îtalya: 56,127

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst