Meha gulanê 40 jin hatin kuştin: Kujer nas û xizm in
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin, gulana îsa li seranserê Tirkiyeyê 40 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û kuştina 20 jinî jî bi guman e.
Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin rapora xwe ya Gulana 2024an eşkere kir.
Li gorî raporê, meha borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 40 jin hatine kuştin û 20 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.
Li gorî raporê, ji 40 jinî 14 ji wan ji ber ku wan xwestiye cuda bibin û lihevkirin red kiriye hatine kuştin.
Meha gulanê ji sedî 63yê jinên ku hatine kuştin li mala xwe hatine kuştin.
Jin ji aliyê kê ve hatine kuştin?
15 - Hevjîn
6 - Bav
4 - Xoşewîst
4 - Nas
3 - Xizim
2 - Hevjînê berê
2 - Xoşewîstê berê
1 - Bira
1 - Kur
1- Xerîb
1 - Ne diyar e
Herî zêde jin li ku derê hatine kuştin?
25 - Mal
6 - Kolan
2 - Di otomobîlê de
2 - Li cihê kar
2 - Li cihekî vala
3 - Ne diyar e
Jin çawa hatine kuştin?
19 - Bi çekan
13 - Bi amûrên birînê
4 - Hatine xeniqandin
2- Hatine şewitandin
1- Ji cihekî bilind hatine avêtin
1- Ne diyar e