Mehmet Şimşek: Karê me yê destpêkê avakirina bernameyeke pêbawer e

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mehmet Şîmşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiye Mehmet Şimşek derbarê polîtîkaya aboriyê ya bo dema nû de got: “Ji bo zêdekirina pêşbîniyan em polîtîkaya girêdayî rêgezê esas digrin. Karê me yê destpêkê avakirina bernameyeke pêbawer e.”

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiye Mehmet Şimşek roja Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an piştî sondxwarina li Parlamentoya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî bi zimanê Tirkî û Îngîlîzî peyamek belav kir.

Şimşek di peyama xwe ya bi zimanê Tirkî de bang li welatiyan kir û diyar kir ku pirsgirêkeke hikûmet nikare çareser bike nîne.

Şimşek di peyama xwe de dibêje: “Pêwîstiya me bi hinek sebir û wext heye. Di vê çarçoveyê de bi taybet daxwazeke min heye, li ser cîbicîkirin û polîtîkayên me ji bilî nûçeyên ku hûn ji min bibihîzin û wan fesadiyên ku tên belavkirin bawer nekin. Bi rêzdarî.”

Ji ber polîtîkayên aborî yên hikûmeta Tirkiyê ku polîtîkaya sereke daxistina rêjeya faîzê ye, ev demeke daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî berdewam û rojane rekorên nû tomar dike. Roja Çarşemê 7ê Hezîranê  bi vebûna bazaran 1 dolarê Amerîkî 23 lîre  derbas kir.

Ev di demekê de ye Hikumeta nû ya Tirkiyê di kabîneya xwe de wek Wezîrê Xezîne û Darayî cih daye Wezîrê berê yê Aboriya Tirkiyê Mehmet Şîmeşk û hêvî dike ku aboriya Tirkiyê vegerîne rewşa berê û nirxê lîreyê Tirkî hinekî bilind bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst