Gera yekem a hilbijartina Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê bi dawî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Îro gera yekem a hilbijartina Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê bi dawî bû û ti berbijêrekî dengê pêwîst wernegirtin û hilbijartin derbasî gera duyemîn bû.

Desteya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê îro Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an bi Serokatiya Serokê Demkî yê Parlamentoya Tirkiyê Devlet Bahçelî civiya. Di civîna Parlamentoyê de bi dengdana nehênî, gera yekem a hilbijartina serokê Parlamentoyê hat kirin.

Di gera yekemîn de berbijêrê AK Partiyê Numan Kurtulmuş 317, berbijêrê CHPê Tekin Bingol 131 û barbijêrê IYI Partiyê Cihan Paçaci jî 42 deng bidestxistin û hilbijartin derbasî gera duyemîn bû.

Eger di gera duyemîn de jî ti berbijêrek 400 dengan bidest nexe, wê hilbijartin biçe gera sêyem, di gera sêyem de kesê ku dengê 301 kesan wergire biser dikeve, lê eger tu kesî ev deng bidest nexistibin, du kesên dengên herî zêde bidest xistine, wê di gera çarem de hevrikiyê bikin û berbijêrê ku dengê herî zêde werbigire dê bibe Serokê Parlamentoya Tirkiyê.