Îro Serokê Parlamentoya Tirkiyê tê hilbijartin; Kîjan partiyan berbijêrên xwe diyar kirine?

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro gera yekem a hilbijartina Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê destpê dike. Bi egereke zêde berbijêrê AK Partiyê Numan Kurtulmuş dê ji bo serokatiya Parlamentoya Tirkiyê were hilbijartin.

Desteya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê îro Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an bi Serokatiya Serokê Demkî yê Parlamentoya Tirkiyê Devlet Bahçelî  dicive. Di civîna Parlamentoyê de bi dengdana nihênî, gera yekem a hilbijartina serokê Parlamentoyê tê kirin.

Piraniya dengên parlamentoyê di destê Hevpeymaniya Cumhur a bi serkêşiya AK Partî û MHPê de ne û berbijêrê Serokatiya Parlamentoyê yê vê hevpeymaniyê parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş e.

Berbijêrê posta Serokatiya Parlamentoyê yê dûyem ji partiya herî mezin a opozisyona Tirkiyê CHPê, parlamenterê wê partiyê yê Enqerê Tekîn Bîngol e.

Berbijêrê heman postê yê ÎYÎ Partiyê jî Parlamenterê Senbolê yê wê Partiyê Cîhan Paçaci ye.

Partiya Çepên Kesk YSPê jî parlamentera xwe ya Edenê Tulay Hatîmogullari bo Serokatiya Parlamentoyê wek berbijêr nîşan daye.

Berbijêrê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) yê ji bo serokatiya parlamentoyê jî parlamenterê Hatayê yê wê partiyê Can Atalay e ku di çarçoveya Doza Geziyê de girtî ye.

Eger yek ji berbijêran, di du gerên destpêkê de 400 dengan bidest nexe, dê hilbijartin biçe gera sêyem, di gera sêyem de kesê ku dengê 301 kesan werbigre biserdikeve, lê eger tu kesî ev deng bidest nexistibin, du kesên dengên herî zêde bidest xistine, dê di gera çarem de hevrikiyê bikin.

Di wê gera hilbijartinê de berbijêrê ku dengê herî zêde werbigire dê bibe Serokê Parlamentoya Tirkiyê.

Piştî ku Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin bi heftiyekê dê Dîwana Serokatiya Parlementoyê were destnîşankirin. Her wiha dê Wekîlê Serokê Parlamentoyê, Endamên Rêveberiya Îdarî û Katip werin destnîşankirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst