Masiyên deryaya Marmarayê dimirin

Hewlêr (Rûdaw) - Pîsbûna ava Deryaya Mamarayê ya Tirkiyê masîgir û şêniyên  Stenbolê nîgeran kirine. Ji ber  gilêza deryayê hejmarek zêde masî û zîndewerên deryayî mirine. Metrisya jinavçûna zîndewerên deryayî li Tirkiyê heta niha tu demekê ne gihaye asta ku niha  geheştiyê.

Masîgir Muhterem Guldane dibêje "Bo nimûne min wê rojê li ser vê çilka deryayê 20-30 Karîdes dîtin. Hemû mirar bibûn. Xwe hildavêjin, lê li ser vê gilêzê dimînin û dimirin. Cardin nikarin xwe biavêjin nav ava deryayê."

Ev kef ku jê re gilêza deryayê jî tê gotin û bi şêweyek sirûştî ji ber pîsbûna avê çêbûye, li Stenbolê û parêzgehên dewrûber yên li qera deryayî tê dîtin. Berî sala 2007ê li deryaya Egeyê û çend navçeyên din yên nêzî Yunanê jî hatibû dîtin.

Masîgir Mahsum Daga got "Bêguman bandorê çêdike, çawa banbor nabe? Li mîdyeyan binêre, li şeytanokên avê binêre, hemû dimrin. Dizanî çi li wan zîndewerên bi qalik dike? Dema ew devê xwe vedikin, nikarin devê xwe bigirin,dikeve nav devê wan û dibe asteng li hember vê yekê. Masî dimirin, şeytonok dimirin. Hemû zîndewrên avî û masî dimrin, nikarin henaseyê bistînin. Weku xwe dadiqurtîne, wek mûyê serî ye, bi dirêjiya 2 meteyan li bin avê bi vî awayî ye."

Serokkomarê Tirkiyê roja Şemiya derbasbûyî di daxuyaniyekê de  soz da ku pirsgirêka  pîsbûna ava deryayan çareser bike, ku ji encama têkellbûna bermayiyên avên ku nehatine paqijkirin û germbûna erdê serî hildaye.

Serokkomarê Tirkiyê RecebTayyîp Erdogan got "Em dê deryayên xwe ji belaya gilêza deryayê rizgar bikin, bêguman ji wê ditirsim ku bi Deryaya Reş da belav bibe û ji wir  cardin têkilî Deryaya Marmarayê bibe. Belayek mezin e, bê derengman divê em vê pêngavê biavêjin".

Pispor û jîngehparêzên Tirkiyê dibêjin eger tedbîrên pêwîst ji bo bergiriya vê gilêza deryayê ku li Deryaya Marmara serî hildaye neyên wergirtin, ew dê bi dirêjiya demsala havînê rûberek bêhtir ya deryayê bigire. Ji ber wê ew dixwazin ku li hemû parêzgehên sînorê wan bi deryayê re heye planek hevpar bê ragihandin.