Sedat Peker behsa îşkenceyên li zindana Amedê kir

07-06-2021
RÛDAW
Nîşan Sedat Peker Zindana Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mafyager Sedat Peker di 9emîn vîdyoya xwe de behsa îşkenceyên li girtîgeha Amedê kir û got, “Van cure îşkenceyan  hêrs û aciziyek di nav ciwanan de çêkir û  wisa kir ku ew berê xwe bidin çiya.”

Mafyager Sedat Peker li ser belavkirina  peyamên xwe yên vîdyoyî berdewam e ku ev heyamek e di rojeva siyaseta Tirkiyê de ye li ser aşkerekirina peywendiyên berpirsên dewletê û mafyayê, bazirganiya maddeyên hişber û nihêniyên di nav hikûmetê de.

Serokê  Grûpa Mafyayî Sedat Peker di wan vîdyoyên xwe de behsa Kurdan jî dike û li gor xwe pêşniyazên xwe pêşkêş dike ji bo çareserkirina pirsa Kurd.

Di vîdyoya 9emîn de ku roja 6ê Hezîranê belav kir, Sedat peker behsa îşkence û kiryarên xerab ên li girtîgeha Amedê kir û got ku vê yekê hêrsa zarokên Kurd zêde kir û wan berê xwe dane çiyayan.

Sedat Peker ew kiryar wek ehmeqî binav kir û bi gotina wî, eger ev core îşkence nebûna “PKK ewqas bihêz nedibû.”

Serokê  Grûpa Mafyayî Sedat Peker têkildarî vê mijarê got, “Ev yek nebûya PKK wiha bi hêz nedibû. Zarokên biçûk yên bi namûs, dijmini in lê dijminên bi namûs in. Ew zarok difikire û dibêje paşmayên mirovan bi bavê min dan xwarin, hêrs dibe û diçe çiyê. Ev yek Ehmeqî ye. Eger te bivê dijminê xwe bihêz bikî vê yekê bike.”     

Peker di wê vîdyoyê de qala çend mijarên din jî kir ku yek ji wan îdiaya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bû ku digot siyasetmedarek ji wî 10 hezar dolaran distîne û Peker di vîdyoyê ev gotina Soylu bi hemû awayî red kir û careke din rexneyên tund li Soylu girtin.

Herwiha ew vîdyoya Sedat Peker di 5 demjimêran de ji aliyê 6 milyon kesan ve hat temaşekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst