Partiya Saadet mîtîngên xwe li ser torên civakî lidar dixe

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê torên civakî di bangeşeyên partiyên siyasî de xwedî cihekî girîng in. Partiya Saadetê ji bo bangeşeyên xwe sûdê ji torên civakî werdigre û  mîtîngên xwe ji meydanan zêdetir li ser torên civakî pêk tîne.

 

Li Tirkiyê partiyên ku derfetên wan yên mitingên meydanî kêm in bangeşeyên xwe yên ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê li ser torên civakî dimeşînin. Partiya Saadetê jî yek ji wan partiyan e. Partiya Saadetê mîtîngên xwe ji meydanan zêdetir li ser torên civakî pêk tîne.

 

Li gel nêzikbûna hilbijartinên 24ê Hezîranê bi taybet jî partiyên ku ji  xezîneyê alîkariya darayî werdigirin rojane li meydanan mîtingan li dar dixin. Lê partiyên ku derfetên wan kêm in, di proseya bangeşayan de giraniyê didin torên civakî.

 

Partiya Saadetê jî yek ji wan partiya ne. Partiya Saadet dê heta hilbijartinan li meydanan tenê 10 mîtîngan li dar bixe. Lê Saadet li ser torên civakî jî bi navê e-mîting, mîtingan encam dide.

 

Berpirsê Karên Ragihandinê yê SPê, Huseyîn Karaagaç derbarê mîtînga partiay xwe de dibêje: “Mîtîng, projeya komiteya me ya navenda biryardayînê bû. Him ji ber ku meha Remezanê ye û him jî êdî rola çapemeniya civakî gellek zêde bûye me jî biryar da ku mîtingên bi vî şeklî encam bidin. Me nexwast di meha Remezanê de gelê xwe mandî bikin û li aliyê din bernameyên mitingan ên serokê me yê giştî jî berdewam dikin. Bi beşdariya beşek alîgirên me yên bijarde bi rêya Twîtter, Facebook û İnstagramê weşanên zindî tên kirin.”

 

Ne tenê berpirs û rayedarên partiyê, beşdarên mîtingan jî bi mobaylên xwe axavtinên berbijêrê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu li ser hisabên xwe yên torên civakî belav dikin. Aligirên Partiya Saadetê di proseya bangeşeyan de rola e-mîtingan girîng dibînin.

 

Beşdarvanê bi navê Sabrî Bayraktar dibêje: “Ji bo mîtingeke meydanî, lazim e hûn herî kêm du seatan pêşwext biçin cihê mîtingê, piştî mîtingê jî du seat lazim in heta hûn vegerin mala xwe. Lê di e- mîtîngan de hûn hema li ser karê jî bi rêya telefona xwe dikarin beşdar bibin. Ez xebatkarek im û nikarim biçim hemû mîtingan.”

 

Buşra Karahan jî weke beşdareka mîtîngê dibêje: “Ez bawerim ku gellek sûdmend e. Ji ber ku niha ji çapemeniyê zêdetir, kî bixwaze dikare bi rêya  çapemeniya civakî xwe bigehîne xelkekî zêde.  Bandora çapemeniya civakî jî girîng e.”

 

Partiya Saadetê li Tirkiye yekem partiye ku li ser torên civakî mîtîngan li dar dixe.