Erdogan yasaya rakirina parêzbendiyê erê kir
Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yasaya rakirina parêzbendiya parlamenteran îmza kir.
Erdogan îro sêşemî 7ê Hezîranê Erdogan yasaya hejmara 6718 a taybet bi pêdeçûn û guhertina Destûra Komara Tirkiyê bo rakirina parêzbendiya parlamenteran pesend kir û piştî îmzakirinê, ji Serokwezîrtiya Tirkiyê re şand.
Li ser pêşniyara Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û bi piştgiriya Partiya Tevgera Netewperest (MHP) û Partiya Gel a Komarî, Parlamentoya Tirkiyê proje yasaya rakirina parêzbendiya parlamenteran bi 376 dengan pejirandibû.
Yasaya guhertinê, piştî îmzakirina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dikeve warê cîbicîkirinê û dê piştî îmzakirina Erdogan, parêzbendî li ser wan parlamenteran bê rakirin, ku derbarê wan de dosya hatine amadekirin û ew parlamenter dê bên dadgahîkirin.
Li gorî medyayên Tirkiyê, herîm kêm li ser 138 parlamenteran dosya hene û 682 dosya di komisyona parlamentoyê de û 105 dosya jî li Wezareta Dadê ne ku bi giştî dike 787 dosya ku li ser parlamenteran hatine amadekirin.
Herwiha ji bo 51 parlamenterên Partiya Demokratîk a Geln (HDP), 408 dosya bo rakirina parêzbendiya wan hatine amadekirin.