Erdogan: Rêjeya beşdarbûnê gellekî bilind e

07-06-2015
RÛDAW
Erdoxan
Erdoxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan îro yekşemê li xwandingeheka bajarê Stenbolê dengê xwe da û piştî dengdanê jî ragihand ku, li hemû navçeyên cuda yên Tirkiyeyê rêjeya beşdarbûn di proseya hilbijartinan de gellekî bilind e.

Erdogan wiha got: “Ez ji xwedê dixwazim ew hilbijartin ji gel û welatê me re bibe sedema xêr û xweşiyê. Me maratonek dûr û dirêj a kêberiyan ji aliyê hemû partiyên siyasî ve derbas kir. Tirkiye niha di qonaxekê de dijî ku tenahî û baweriyê dide û ev tenahî û bawerî jî serkeftinek mezin e.”

Serokomarê Tirkiyeyê herwiha ragihand: “Li gor wan nûçeyên ku ji çend navçeyên cuda yên welat ve gihîştine me, rêjeya beşdarbûnê bilind e û ev yek jî ji bo demokrasiyek bihêz amajeyeke bihêz e. Wê êvariyê baweriya me bi demokrasiya me ya bihêz zêdetir jî dibe.”

Erdogan spasiya gelê xwe kir û wiha domand: “Eger ew hilbijartin bi bê arişe û her bûyerekê derbas bibe, ji aliyê tenahiyê ve gellekî girîng e. Ez spasiya hemû hevalên li ser sindoqên dengdanê û herwiha Desteya Hilbijartinên Tirkiyeyê dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst