Gelo di hilbijartinên Tirkiyê de sextekarî tê kirin?

07-06-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) – Tê gotin ku li bajarên Enqere û Stenbolê li hinek navendên dengdanê yên hilbijartinên Tirkiyê de, sextekarî tê kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî li Enqerê: Dibêjin li hinek navendên dengdanê hinek kesan du-sê caran deng dane...

Peyamnêrê Rûdawê Mihemed Izedîn li Stenbolê: Li Stenbolê tê gotin ku li hinek navendên dengdanê sextekarî hatiye kirin...

 

Hilbijartinên giştî yên Tirkiyê îro saet 08:00 dest pê kiriye û dê saet 17:00 xilas bibe.

Di hilbijartinan de 20 partî beşdar in û dengdan ji 08:00 heta 17:00 didome. 

 

Di hilbijartina 7ê hezîranê de 20 partiyên siyasî wek AK Partî, Partiya Anadoluyê, Partiya Tirkiyeya Serbixwe, CHP, DP, DSP, Partiya Rizgarkirina Gel, HDP, Partiya Komunîst, MHP, Partiya Milet, Partiya Seadetê û Partiya Vatanê li 85 herêmên hilbijartinê û Partiya Maf û Azadiyan li 75, Partiya Navendî li 73, LDP li 58, DYP û Partiya War li 56, Partiya Pêşketin û Reformê li 55, Partiya Maf û Edaletê li 43 herêmên hilbijartina beşdarî hilbijartinê bûne. 

Li seranserê Tirkiyeyê ji bo parlementeriya serbixwe jî 165 namzed di hilbijartinê da wê cih bigirin.

Roja hilbijartinê ji saet 06.00an hetanî saet 24.00an firotina tiştên alkolî û li hin cihan jî dayîna alkolê qedexe ye. Cihên şahiyê roja hilbijartinê dê girtî bin û di xwaringehan de bi tenê xwarin dê bê dayîn.

Roja hilbijartinê di radyo û çapemeniyê de hetanî saet 18.00 derbarê hilbijartinê weşana şîrove û texmînan qedexe ye. Radyo û hemû saziyên çapemenî û medyayê di navbera 18.00ê û 21.00ê de, heke YSK destûrê bide, dê bikaribin derbarê hilbijartinê de weşanê bikin.

Qedexeya li ser weşana encamên hilbijartina dê di saet 21.00ê de bidawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst