Demîrtaş: Ocalan xwepêşandanên Parka Gezî silav kir

Stenbol (Rûdaw/DÎHA) - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina digel şanda BDP'ê de diyar kir ku ew berxwedana Parka Gezî ya Stenbolê silav dike û xwest gel qadan ji Ergenekon û netewperestan re nehêle. 



Şanda  BDP'ê ya ji hevserokê wê partiyê Selahedîn Demîrtaş û cîgira serokê fraksyona BDPê li parlamentoya Tirkiyê Pervîn Bûldan pêk hatibû, îro (07.06.2013) çû Îmraliyê û bi rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. 


Piştî hevdîtinê, Demîrtaş daxuyaniyek da û diyar kir ku Ocalan li ser xwepêşandana Parka Gezî ya Stenbolê axifiye û silv li xwepêşanderan kiriye.


Demîrdaş her wiha da zanîn ku Ocalan xwestiye gel qadê ji Ergenekon û Navewperestan re nehêle û destnîşan kir ku Ocalan diyar kiriye ku wî bi însiyatiyfa xwe pêvajo pêş xistiye û bang li hikûmeta AKPê kiriye ku berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û vê firsetê rast bikar bîne.