TBB: Di xwepêşandanan de 4 hezar û 785 kes birîndar bûne

07-06-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekitiya Pijîşkên Tirk (TBB) a Tirkiyê ragihand, heta niha di xwepêşandanan de 4 hezar û 785 kes birîndar bûne. Hikûmet jî dibêje tenê 915 kes birîndar bûne.

Xwepêşandanên Tirkiyê ku bi protestokirina jêkirina dar û xirabkirina parka Gezî ya Stenbolê dest pê kir û li 13 bajar û deverên din ên Tirkiyê belav bû, derbasî roja 11an bû.

Derheqê amara birîndar û mexdûrên xwepêşandanan de saziya bi navê TBBê daxuyaniyek da.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Tirkiyê, TBBê ragihand ku heta niha 4 hezar û 785 kes di bûyeran de birîndar bûne û 3 kes jî hatine kuştin ku 2 jê sivîl û yek jî polîs e.

Her wiha hat gotin ku 48 kes bi giranî birîndar bûne ku 10 jê kor bûne û 18 kesên din jî mêjiyê wan leqiyaye.

Ji aliyekî din, wezîrê navxwe yê Tirkiyê duh (06.06.2013) ragihand, heta niha 915 kes di nav xwepêşandanan de birîndar bûne ku rewşa 4 ji wan giran e û 8 kes jî di bin çavdêriya tund a pijîşkî de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst