Demirtaş ji nav zindanê daxwazeke xwe aşkere kir

07-05-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demirtaş Kurd HDP ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetvanê Kurd ê Bakurê Kurdistanê û hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahattin Demirtaş ji ciwanan xwest, roja hilbijartinê jibo parastina sindoqan li ser kar bin û wê rojê çalak bin û her wiha mal bi mal bigerin û xebatên hilbijartinê bimeşînin.

Selahatîn Demirtaş ku ji 2016ê ve di girtîgeha Edirneyê de girtî ye bi rêya parêzerên xwe li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir.

Demirtaş ji ciwanan xwest ku sindoqên hilbijartinê biparêzin û di dema dengdanê de pêşengiyê bikin.

Demirtaş di peyama xwe de dibêje:“Silav hevalê min ê ciwan; bo tu li ser sindoqan erkdar bî tekez serî li partiya xwe bide. Jibo dengderên bi temen, yên ku xwendin û nivîsandinê nizanin, bo bikarin deng bidin bi wan re alîkar be. Wextê xwe li ser medyaya civakî derbas neke, mal bi mal bigerin, beşdarî mîtîng û hevdîtinên bi xelkê re bibe. Hadê hevalno, em di gera yekem de xilas bikin.”

Selahattin Demirtaş pêr 5ê mehê jî têkildarî hilbijartinan bang li ciwanan kiribû û gotibû: “Ciwanno rîskê nekin. Em di gera yekem de vî karî temam bikin.”

Ji bo hilbijartinên parlamento û serokkomariya Tirkiyê tenê 7 roj mane ku biryare di 14ê Gulanê de bên lidarxistin. Ji bo hilbijartinên parlamenteriyê rikeberiya sereke di navbera du hevpeymaniyên mezin de ye; Hevpeymaniya Cumhur ku ji AK Partî, MHP û hevalbendên wan pêk tê, ya din Hevpeymaniya Millet ku ji CHP, Partiya ÎYÎ û çar partiyên din ên opozisyonê pêk tê.

Herwiha ji bo hilbijartinên serokkomariyê jî ku 4 kes bûne berbijêr, rikeberî di navbera Recep Tayyip Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu de ye.

Li aliyekî din Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser navê partiya xwe ya alternatîv Partiya Çepên Kesk (YSP) tevli hilbijartinên parlamentoyê bûye û ji bo hilbijartinên serokkomariyê jî bi aşkere piştgiriya xwe bo Kemal Kiliçdaroglu ragihandiye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst