YSK: Zêdetir ji 1.5 milyon kesan li derve deng dane

Hewlêr (Rûdaw) - Proseya dengdanê ya li derveyî welat ji bo hilbijartinên Tirkiyê berdewam e ku hemwelatiyên li derve dengên xwe bo hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariya Tirkiyê didin. YSKê jî ragihand, heta niha zêdetir ji milyonek û 500 hezar kesan dengê xwe dane.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ragihand ku di roja 11ê ya dengdana li derve de, heta niha milyonek û 410 hezar û 447 kesan li nûnertiyên li derve, her wiha 104 hezar û 540 kesan jî li deriyên sînorî dengên xwe dane ku bi giştî dike milyonek û 514 hezar û 981 kes.

Proseya dengdanê ya li derve, ji roja 27ê Nîsanê ve destpê kiriye û dê heta 9ê Gulanê (du rojên din) berdewam bike. Hejmara herî zêde ya dengderan li Almanyayê ne ku hejmara wan ji milyonek û 500 hezar kesan zêdetir e.

Herwiha hejmara herî kêm a dengderên derve jî li Brazîlê ne ku bi giştî 581 kes in.

Li gor amarên fermî yên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, ji bo hilbijartinên îsal, li derveyî Tirkiyê bi giştî 3 milyon û 416 hezar û 98 kesan mafê wan ê dengdanê heye.

YSKê diyar kiriye, ji dengderên li derveyî welat 277 hezar û 646 kes ji bo cara yekê mafê wan ê dengdanê heye.

Biryar e hilbijartinên parlamento û serokkomariya Tirkiyê di 14ê Gulana îsal de (heftiyeke din) bên lidarxistin. Ji bo hilbijartinên parlamenteriyê rikeberiya sereke di navbera du hevpeymaniyên mezin de ye; Hevpeymaniya Cumhur ku ji AK Partî, MHP û hevalbendên wan pêk tê, ya din Hevpeymaniya Millet ku ji CHP, Partiya ÎYÎ û çar partiyên din ên opozisyonê pêk tê.

Ji bo hilbijartinên serokkomariyê jî ku 4 kes bûne berbijêr, rikeberî di navbera Recep Tayyip Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu de ye.

Li aliyekî din Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser navê partiya xwe ya alternatîv Partiya Çepên Kesk (YSP) tevli hilbijartinên parlamentoyê bûye û ji bo hilbijartinên serokkomariyê jî bi aşkere piştgiriya xwe bo Kemal Kiliçdaroglu ragihandiye.