Bahçelî gef li Kiliçdaroglu xwar, Davutoglu bersiva wî da

07-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 MHP Devlet Bahçelî CHP Kemal Kiliçdaroglu Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gel nêzîkbûna roja hilbijartinan, ango roja 14 Gulanê, aliyên siyasî jî rexneyên xwe tundtir kirine. Herî dawiyê Serokê MHPê Devlet Bahçelî li parêzgeha Yalovayê gef li Kemal Kiliçdaroglu xwarin û got, divê Kiliçdaroglu û hevalên wî bên cezakirin û bo heta hetayê bên zindanîkirin. Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî bersiva Devlet Bahçelî da û got, gefa ku Bahçelî li wan xwariye, zindîkirina hişmendiya darbekar e ku di hilbijartinên serokkomariyê yên sala 1961ê de li dijî Dr. Elî Fuat Başgîl hatibû nîşandan.

Di çarçoveya propagandaya hilbiajrtinan de, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî duh Şemiyê li bajarê Yalovayê bû û di axaftinekê de di mîtînga alîgirên partiya xwe û Hevpeymaniya Cumhur de, gef li Kemal Kiliçdaroglu û Hevpeymaniya Millet xwar.

Devlet Bahçelî got: “Kiliçdaroglu û hevpeymaniya wî soza girtina Karûbarên Olî didin. Dibêjin wê Efrînê paşde vegerînin. Ew ne pêkane eger tiştek hebe werbigrin cezayê hetahetayê yan jî gule bo bedena wan e. Ew dibêjin rûbirûbûna terorê dê rawestînin.”

Ev ne cara yekê ye ku Bahçeli gefên bi vî awayî dixwe û berê jî behsa çek û guleyan kiribû. Vê yekê jî tirsa radestkirina desthilatê çêkiriye.

Ev gotinên Bahçelî di nav opozîsyonê de bûn sedema nîqaşan.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ku di nav Hevpeymaniya Millet de cih digre li ser Twiterê bersiva Bahçelî da.

Davutoglu got: “Gefa guleyê ya Bahçelî ji bo me kiriye, zindîkirina wê hişmendiya darbexwaz e ku di hilbijartinên serokkomariyê yên 1961ê de ji bo Prof. Dr Ali Fuat Başgil çek pêşan dabûn. Bizanin ku ti bandoreke gefên we nîne. Gef xwe xapandina wan kesên lawaz e ku ji herikîna demê ditirsin. Dem ne yên ku gefan dikin lê kesên di rêya pêbawer de serê xwe natewînin xelat dike.”

Di demekê de ku hefteyek bo hilbijartinên serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyê maye, lê behs li egera çêbûna tûndûtîjî û heta behsa şerê navxwe tê kirin ku ev yek bûye mijara propagandeya siyasetmedaran jî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst