Çavuşoglu: Amerikayê xwest em S-400an bo Ukraynayê bişînin

07-05-2023
RÛDAW
Nîşan Mevlut Çavuşoglu Tirkiye Amerîka S-400 UUkrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Amerikayê ji Tirkiyê daxwaz kiriye S-400an bişînin Ukraynayê, lê wan ev yek red kiriye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuoglu îro Yekşemê 7ê Gulana 2023an beşdarî weşana zindî ya Haberturkê bû û li ser F-35 û S-400an axivî.

Mevlut Çavuoglu diyar kir ku Amerîkayê derbarê sistema berevaniya asmanî S-400an de ku ji Rûsyayê kirine, hejmareke pêşniyar kirine.

Çavuoglu dibêje: “Amerika xwest em kontrolê bixin destê wan yan jî kontrolê bo cihekî din bidin. Pêşniyarên ku rasterast girêdayî serweriya me ye kirin. Ma wê demê serxwebûn û serweriya me li ku derê dimîne. Amerika xwest em S-400an bo Ukraynayê bişînin, lê me qebûl nekir.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser pirsa paşvegerandina projeya F-35an amaje bi wê yekê da ku ew naxwazin vegerin vê projeyê û daxwaza pereyên xwe kirine.

Çavuşoglu got: “Em bi xwe firokeya xwe ya şer çêdikin. Em jî dixwazin peywendiyên xwe ligel Amerikayê sererast bikin û ji bo vê yekê me mekanîzmaya pêwîst jî ava kiriye. Lê ji xwe ve peywendiyên me ligel Amerikayê xirab nebûne. FETO li Amerikayê ye û Amerika piştgiriyê dide PKK û YPGê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst