Pîşesaziya serbazî yek ji mijarên germ ên propagandaya hilbijartinê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Bi nêzîkbûna roja hilbijartinên Tirkiyê mîtîngên partiyan û hevpemaniyan jî zêdetir bûne. Vê carê jî berhemên pîşesaziya serbazî yên Tirkiyê bûye yek ji mijarên germ ên propagandayên hilbijartinên 14ê Gulanê.

Deshilat berhemên çek, dron û keştiyên şer ên ku li wî welatî hatine çêkirin wek deskefta xwe û encama xebata xwe dibîne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di mîtînga partiya xwe ya 6ê Gulanê li bajarê Kayseriyê de bi pêşandana dîmenan behsa serkeftina wan berheman kir û opozisyon jî bi kar nekirinê kir armanc.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan anî ziman, “Edî di qada xwe de em xwediyê dron, dronên şerker, Akinci, Kizilelma û Ankayên ku bi teknolojiya herî pêşketî ya cîhanê hatin çêkirin. Em van derfetên welatê xwe bi saya Xwedê roj bi roj bihêztir dikin. Di vê mirov ji xwişk û birayên me yên CHPyî bipirse bay bay Kemal heta niha çi kiriye. Bi şaredariyên CHPê we çi kiriye?”

Heman rojê opozisyona Tirkiyê yek ji mîtîngên xwe yên herî mezin li bajarê Stenbolê li dar xist û serokên 6 partiyên Hevpeymaniya Millet û şaredarên Enqerê û Stenbolê gotarê xwe pêşkêş kirin.

Serokşaredarê Enqerê Mansur Yavaş ji bo pêşandana berhemên pîşesaziya serbazî di mîtîngên hilbijartinê de deshilat kir armanc.

Şaredarê Enqerê Mansur Yavaş got, “Em diçin hilbijartinê lê hilbijartinek çawa me fêm nekir. Deshilata ku 21 sal in di deshilatê de ye li şûna behsa karê kirî û qewlên nû dide çi ne bike, tangan û tifeka pêşan dide, keştiya pêşan dide. Em hilbijartinê dikin yan em xwe ji bo şer amade dikin ne diyar e. Ev berhem hemû berhemên me ne, cihê şanaziyê ye. Lê piştî 14ê Gulanê xelk dê bi van tiştan re werin rûbirûyî hev; kirêçî û xwediyê malê, kartên krêdî, giranî, enflasyon, madên hişbir, koçber dê bi van pirsgirêkan re rûbirû bimîne.”

Her ku hilbijartin nêzîk dibe zimanê serok û berpirsên Tirkiyê yên ku di nava rikeberiyekê dene dijwartir dibe. Her kes sozên zêdetir dide xelkê daku di hilbijartinên 14ê Gulanê de dengên zêdetir bidest bixin.