ISIG: Di 4 mehên destpêkê yên îsal de 585 karkeran canê xwe ji dest dane

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Ewlekarî û Tendirûstiya Karkeran (ISIG) ragihand ku di 4 mehên destpêkê yên 2023an de 585 karkeran canê xwe ji dest dane û ji wan 122 karkeran di meha Nîsanê de canê xwe ji dest dane.

Encûmena Ewlekarî û Tendirûstiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya “Cinayetên Kar” a 4 mehên 2023an eşkere kir.

Li gor raporê di 4 mehên destpêkê yên îsal de bi giştî 585 karkeran canê xwe ji dest dane û bi destpêkirina demsala biharê di sektora çandinî û avahîsaziyê de mirinên li ser kar zêde bûne. Herwiha bi giştî di nav salên desthilata AK Partiyê de jî 31 hezar û 131 karkeran canê xwe ji dest dane.

Di raporê de tê gotin, “Li gor zanyariyên ku me %68 bi rêya ragihandina neteweyî û %32 jî bi rêya heval, malbat, sendîka û ragihandina herêmî wergirtine di 4 mehên destpêka îsal de Çile 120, Sibat 213, Adar 130 û Nîsanê jî 122 bi giştî herî kêm 585 karkeran canê xwe ji dest dane.”

Li gor amarên ISIGê di 4 mehên îsal de:

Di sektora çêkirina avahî û rêyan de 92

Sektora cihê manê  76

Sektora veguhestinê 64

Sektora çandinî û daristanê 59

Sektora bazirganiyê 41

û di sektorên cûda de jî 253 karkeran canê xwe ji dest dane û ji wan 46 karker jin in.

Li gor amarên ISIGê di nav wan 4 mehan de %22ê canjidestdana karkeran di encama bûyerên trafîkê de çêbûne û %19ê karkeran jî di erhejan de canê xwe ji dest dane.