Berdevkê IYI Partî: Di 2053an de hejmara koçberan dê bibe 35 milyon

07-05-2023
RÛDAW
Nîşan IYI Partî Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu dibêje, eger vê pirsgirêkê çareser nekin dê di sala 2053an de hejmara koçberên li welatê wan bigihêje 35 milyonan û siberoja wan a demografîk di metirsiyê de ye.

Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu yê ku di nav Hevpeymaniya Millet de cîh digire, di çarçoveya propagandaya hilbijartinê de li bajarê Kirşehîrê yê Tirkiyê derbarê koçberan de axivî û got, “Mixabin siberoja demografîk a neteweya Tirk di metirsiyê de ye.”

Zorlu derbarê hejmara koçberan de got, “Niha zêdeyî 10 milyon koçber li welatê me hene. Ez dê reqemeke balkêş bidim. Eger em dawî li vê yekê neyînin di sala 2053an de hejmara dibe 35 milyon kes. Di nav salekê de em dê 3 milyon û nîv koçberên qeçax yekser bişînin welatê wan.”

Zorlu diyar kir ku ti desthilateke siyasî bi vê bê cidiyetê nikare vê pirsê çareser bike û got, “Eger gelê me desthilatê bide me hemû plana me amade ye. Di nav salekê de em dê 3 milyon û nîv koçberên qeçax yekser bişînin welatê wan. Di dawiya du salan de jî hemû koçberan bişînin. Ev soza me ye.”

Li Tirkiyê mijara koçberan di rojeva aliyên siyasî yên Tirkiyê de ye û di propagandaya hilbijartinê de bikar tînin da ku dengên zêdetir werbigirin, zêdetir jî opozîsyona wî welatî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst