Penaberên Sûrî naxwazin opozîsyona Tirkiyê bibe desthilat

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Sûriyê yên ku li Tirkiyê dimînin û nasnameya Tirkiyê wergirtine, tirsa wan ew e ku opozîsyon bi ser bikeve û ji Tirkiyê bên dersînorkirin.

Di germahiya bangeşeya hilbijartinên Tirkiyê de, mijara penaberên Sûrî yek ji mijarên sereke ye. Beşeke penaberên Sûrî di wê tirsê de ne ku bêne vegerandin ji bo welatê xwe. Beşek jî, tirsa standin û kişandina regeznameyê di dilê wan de peyda bûye. Hin çavdêr û şirovekar vî beşê dawî piştrast dikin ku hilweşandina yasayeke wiha ya li ser standina regezname û nasnameyê, ne bi wê hêsaniyê ye ku tê behskirin û tirs jê heye.

Welatiyekî Sûrî yê ku li Stenbolê dijî anî ziman, “Bila birayên me yên ku regezname wergirtine, ji wê yekê netirsin ku ew regezname ji wan bê standin, weke ku rê gotina yan ji wan re amaje pê tê dan û têne tirsandin lê belê ev hemû bangeşeyên hilbijartinan in û hemû jî ji bo aliyên din ber bi xwe ve bînin. Ev mijar ne tiştekî wiha hêsan e lê eger bû, pêwîstiya wê bi dehan salan heye, da ku bi rêya parlamentoyê bê guhertin, bi her awayî jî, ew dê dengên pêwîst bidest nexin ji bo ku bikaribin yasayeke wiha biguherin.”

Komîsyona Bilind a Karûbarên Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihandiye, li Tirkiyê 3 milyon û 411 hezar û 29 penaberên Sûrî hene.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ragihandiye, 700 hezar zarok li wê hejmarê zêde bûne ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji dayik bûne. Bêhtirî 200 hezar kesên Sûrî, nasnameya Tirkiyê wergirtiye.

Bi nêrîna hin kesên din jî, bernameya bangeşeya hilbijartinan a opozîsyona Tirkiyê, dike tenê derbarê mijara vegerandin yan derkirin yan dûrxistina penaberên Sûrî be, ji Tirkiyê.

Welatiyekî din ê Sûrî yê li Stenbolê dijî got, “Em dibînin ku bernameya opozîsyonê tenê di yek xalê de ye, dike ku tenê derbarê derkirina xelkên Sûriyê be û rawestandina karên wan. Tevî ku xelkên Sûriyê serkeftin di kompanya û karên pêşketî de bi dest anîn û gelek pencemora wan li Tirkiyê heye lê mixabin, take bernameya opozsiyonê vegerandina wan Sûriyan e bo welatê wan yan koçberkirina wan e yan dûrxistina wan ji Tirkiyê ye.”

14ê vê meha Gulanê, welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku hejmara wan 85.3 milyon kes e, berê xwe didine sindoqên dengdanê, di nav wan de jî, welatiyên Sûrî yên hilgirên nasname û regeznameya Tirkiyê hene lê her tirsa wan ji wê yekê ye ku piştî hilbijartin bidawî bên, bi awayekî nema êdî bikaribin li wî welatî bimînin.