Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kirikhanê ya ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbû û kûrahiya wê 7.88 kîlometre bin erdê bûye.
Rêveberiya Serokatiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) îro Yekşemê 7ê Gulana 2023an ragihand ku li navçeya Kirikhanê ya ser bi parêzgeha Hatayê di demjimêr 11:36an de bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 7.88 kîlometre bin erdê bûye.
Li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in.
Li gor amarên AFADê yên roja Şemiyê 6ê Gulanê piştî erdhejên 6ê Sibatê di nav sê mehan de 33 hezar û 77 erdhejên paşekî çêbûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse