Endamê Grup Yorum Îbrahîm Gokçek koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê koma muzîkê ya Grup Yorum, Îbrahîm Gokçek ku ji ber konserên wan hatibûn qedexekirin dest bi rojiya mirinê kiribû û berî du rojan navber dabû çalakiya xwe, li nexweşxaneyeke bajarê Stenbolê koça dawî kir.

Endamê Grup Yorum Îbrahîm Gokçek ku di roja 322emîn de navber dabû rojiya mirinê koça dawî kir.

Gokçek pêr 5ê Gulana 2020ê navber dabû rojiya mirinê û bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin. Grup Yorum li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Îbrahîm Gokçek li nexweşxaneyê koça dawî kiriye.

Ev bû duyemîn endamê wê koma muzîkê ku piştî gireva birçîbûnê û rojiya mirinê jiyana xwe ji dest dide.

Pêştir Hêlîn Bolek roja 3ê Nîsanê di 288emîn roja çalakiya xwe de koça dawî kiribû.

Endamên Grup Yorum Hêlin Bolek û Îbrahîm Gokçek, ji bo qedexeyên ser konserên wan bên rakirin, hevalên wan ji lîsteyên reş bên derxistin û guşarên ser Navenda Kulturî ya Îdilê bidawî bibin, dest bi rojiya mirinê kiribûn.

Ahmet Gokçekê bavê Îbrahîm bang li raya giştî kiribû û gotibû: “Kurê min dixwaze bijî, li beramber vê greva birçîbûnê dengê xwe derxînin.” Li ser vêna hunermend Haluk Levent ragihandibû ku ji bo Gokçek ligel Wezîrê Dadê hevdîtinek pêkaniye.