Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ragihand ku pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê berdewam dike û divê her kesî hay ji gotinên xwe hebe.
Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî îro derbarê rojeva Tirkiyeyê daxûyaniyeke nivîskî belav kir.
Devlet Bahçeli der barê Kongreya Awarte ya 21emîn a CHPyê got, “Kongre li şûna ku hilmeke nû û taze bide jiyana siyaset û demokrasiyê, bû wekî lekeyeke qirêj.”
“Zimanê Serokê Giştî yê CHPyê nefretê direşîne”
Devlet Bahçelî rexne li axaftina Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel girt û got:
“Xirabkariya siyasî ya îlhama xwe ji dijayetiya Tirkiyeyê distîne.
Zimanê Serokê Giştî yê CHPyê (Ozgur Ozel) yê nefretê direşîne û uslûba, hem ji bo gel û welatê me cihê xemgîniyê ye û hem jî gihîştiye wê radeyê ku çanda demokrasiyê jehrî dike.
Tirkiye ne mehkûm û misteheqî têgihîştina mixalefeteke ev qasî qirêj, bêkêr û kîndar e."
“Her kes divê bi baldartir hay ji gotina xwe hebe”
Bahçelî bal kişand li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û got:
“Di van rojan de ku pêşveçûna gav bi gav a ber bi îstiqameta hedefa Tirkiyeya bêteror didome, her kes divê bi baldartir hay ji gotina xwe hebe.
Di serdemeke ku herêm û cîhan di rojên zehmet re derbas dibin de dê qet dilovanî û bêhnfirehî neyê nîşandan ji xwefiroşên siyasetê re.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse