Dema hevdîtina Erdogan û Heyeta Îmraliyê eşkere bû

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand, Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê vê hefteyê bicivin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê daxuyanî da.

Omer Çelîk bi bîr xist ku  DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re serlêdan kiriye û eşkere kir ku serlêdan ji bo civîna navbera Heyeta Îmraliyê û Erdogan e.

Çelîk da zanîn ku ew serlêdana DEM Partiyê hatiye qebûlkirin.

Berdevkê AK Partiyê wiha got:

“Birêz Serokkomarê me beriya niha gotibû daxwaz çêbibe dê erênî bersiv bide.

Jixwe DEM Partiyê jî daxwaza hevdîtinê kiriye. Di nav vê hefteyê de rojeke ku birêz Serokkomarê me guncav bibîne, dê ji aliyê Serokkomariyê ve dîroka hevdîtinê bê diyarkirin.

Tê çaverêkirin vê hefteyê hevdîtin pêk bê.”