Mînîbus wergeriya: Miriyek, 10 birîndar

07-04-2025
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Alîagayê ya parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyeyê mînîbusek wergeriya, kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn.

Mînîbusa ku ber bi navçeya Menemenê ya Îzmîrê ve diçû ji kontrola şofêr derket û qulibî.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Li cihê qezayê piştî kontrola tîmên tenduristiyê derket holê ku Omer Ozerê 41 salî yê di mînîbusê de canê xwe ji dest daye.

Her wiha tîmên tenduristiyê 10 kesên ku di mînîbusê de birîndar bûbûn birin Nexweşxaneya Dewletê ya Alîagayê ya Îzmîrê.

Hate zanîn ku kesên di mînîbusê de ji bo taziyeyê çûne Îzmîrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst