Lavrov: Peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê bi navbeynkariya Rûsyayê asayî dibin

07-04-2023
RÛDAW
Lavrov: Peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê bi navbeynkariya Rûsyayê asayî dibin
Lavrov: Peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê bi navbeynkariya Rûsyayê asayî dibin
Nîşan Rûsya Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rusyayê seredana Enqerê kir û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re civiya û piştî civînê her du wezîran di mijara Sûriyê de behsa pêwîstiya berdewambûna diyalogê kir. Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov got, “Peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê bi navbeynkariya Rûsyayê asayî dibin.”

Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov li ser vexwandineke fermî ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu serdana Enqerê kir, her du wezîran di serî de mijara Sûriyê û şerê Rûsya û Ukraynayê, mijarên enerjî û peywendiyên herdu aliyan gotûbêj kirin, di derbarê mijara suriyê de wezîrê derve yê Tirkiyê dibêje “ em dixwazin proseya asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Suriyê bi zelalî bê meşandin”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, “Li Moskowê hemû aliyan nêrîn û helwestên xwe eşkere kirin. Em dixwazin ev pêvajo bi şefafî bimeşe. Pêwîst e diyalog berdewam be. Danûstandineke têr û tijî dê sûdê bide çareseriyê.”

Di dema serdanê de Wezîrê Derve yê Rusyayê jî behsa rola welatê xwe di proseyên asayîkirina peywendiyên Şam û Enqerê de kir.

Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov anî ziman, “Me bi taybetî behsa mijara Sûriyê kir. Peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê bi navbeynkariya Rûsyayê asayî dibin. Meha Adar û Nîsanê serokên dezgehên Îstixbaratê civinên xwe kirin. Paşê Li Moskowê jî di asta cîgirên wezîran de civîna 4 qolî hate encam dan.”

Di mijara peywendiyên Şam û Enqerê heta niha di asteke bilind de danûstandin destpê nêkirine. Li gorî şirovekarekî nêzîkî Hikûmeta Tirkiyê jî dibe ku Hikûmeta Sûriyê ji bo danûstandinên cidîtir li benda hilbijartinan û guhertina desthilata Tirkiyê be.

Rêveberê ORSAMê Oytun Orhan got, “Kêşeyeke sereke jî ew ku rêveberiya Esed dixwaze kar hêdî bimeşe. Ji bere ku li benda hilbijartinên Tirkiyê ye. Dixwazin li gorî encamên hilbijartinan helwesta xwe diyar bikin. Em dizanin ku rêveberiya Esed li hêviya wê yekê ye ku ku li Tirkiyê oposizyon bibe desthilat, wisa fikir dikin ku di rewşeke wisa de dikarin hindek tiştan bidin qebûl kirin. Hêviyeke wan a wisa heye.”

Di dema serdana Lavrov de heman demê biryar hate dayîn ku li Tirkiyê navendeke taybet ji bo veguhestina gaza xwezayî ya Rusyayê bê vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst