Hevpeymaniya Ked û Azadiyê dê rêkeftin û nexşerêya xwe ya hilbijartinan eşkere bike

07-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Ked û Azadiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Ked û Azadiyê roja Şemiyê 8ê Nîsana 2023an rêkeftin û nexşerêya xwe ya derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de ji raya giştî re eşkere dike.

Roja Şemiyê 8ê Nîsana 2023an serok, hevserok, berdevk û nûnerên partî û pêkhateyên Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serkêşiya wê dike dê di demjêmêr 11.00an de li Enqerê bicivin.

Biryar e hevpeymaniya navborî piştî civînê helwêsta xwe derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de û rêkeftin û nexşerêya xwe ya derbarê wan hilbijartinan de bi daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê ji raya giştî re eşkere bike.

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê wek hevpeymaniyeke siyasî di 25ê Tebaxa 2022an bi serkêşiya HDPê ligel partî û pêkhateyên çep ên li Tirkiyê bo hevehangiya hilbijartinên 14ê Gulanê hatiye avakirin. Vê hevpeymaniyê bo wan hilbijartinan berbijêr dernexistiye û tê pêşbînîkirin ku piştevaniya berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst