4 partî dê ji lîsteyên CHPê tevlî hilbijartinan bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Saadet, Demokrat û Pêşoroj, Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) ji lîsteyên Partiya Gel a Komarî (CHP) beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê dibin.

Berpirsê Karûbarên Hiquq û Hilbijaritên û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Muharrem Erkek  roja Înê 7ê Nîsana 2023an ragihand, Partiya Saadet, Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partiya Pêşerojê û Partiya Demokrat dê di hilbijartinên 14ê Gulanê yên Parlamenteriyê  de ji lîsteyên CHPê beşdarî hilbijartinan bibin ku her 4 partî jî ligel CHPê di nav Hevpeymaniya Millet de ne. Bi vê biryarê tenê ji Hevpeymaniya Millet ÎYÎ Partî û CHP bi logoyên xwe beşdarî hilbijartinan dibin.

Muharrem Erkek got, “Berî niha Hevpeymaniya Millet protokola xwe pêşkêş kiribû. Me îro bo hevpeymaniya hilbijartinê (Hevpeymaniya Millet) protokolek din pêşkêş kir. CHP û ÎYÎ Partî dê bi logoyên xwe beşdarî hilbijartinan bibin. 4 partiyên din jî  dê ji lîsteyên CHPê beşdarî hilbijartinan bibin.”

Partiyên siyasî ku li ser konteyjanên ku ji lîsteya berbijêran bo wan hatine veqetandin, lihevkirine, ji ber ku dê ji lîsteya hevbeş beşdarî hilbijartinan bibin, îro ji bo vekişîna protokola ku pêştir pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinan kiribûn, daxwaznameyên xwe pêşkêşî wê desteyê  bikin. Lîsteyên berbijêran jî dê di 9ê Nîsana 2023an de bên eşkere kirin.

Hîn ne diyar e ku bo her 4 partiyên opozîsyonê ku bi biryar dana ji lîsteyên CHPê beşdarî hilbijartinan bibin çend parlamenter bên dayîn, lê behsa wê yekê tê kirin ku dê bo wan her çar partiyan derdora  30 parlamenteran bên dayîn.