Erdogan pêşwazî li Lavrov kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, îro 7ê Nîsanê li Enqerê civiyan.

Sergey Lavrov, doh 6ê Nîsanê li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu d gihişt Enqerê. Lavrov û Çavuşoglu rewşa Ukraynayê, rewşa Kafkasyaya Başûr, Rojhilata Navîn, Efrîqaya Başûr û Derya Reş, peymana veguhestina dexlûdan, asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê, pêwendiyên Ermenîstan û Tirkiyê gotûbêj kirin.

Sergey Lavrov û Mevlut Çavuşoglu, piştî hevdîtinan îro 7ê Nîsanê civîneke medyayê ya hevbeş saz kirin.

Çavuşoglu got: “Bi taybetî me rewşa Sûriyê nirxand. Wek hun dizanin 3 û 4ê Nîsanê cîgirên wezîrên derve yên 4 welatan li Moskowê civiyan. Ji ber piştgiriya Rûsyayê bo vê civînê em spasiya Lavrov jî dikin. Lavrov bixwe serkêşiya civînê kir. Li Moskowayê her welatekî nêrîna xwe bi zelalî anî ziman. Em pêbawerin ku bi vî awayî ev pêvajo berdewam be. Em dizanin di yek an du civînan de hemû pirsgirêk çareser nabin. Divê diyalog berdewam bin. Me ji bo dîroka civîna wezîrên derve jî gotûbêj kir û dema pêş em dê rabigihînin.”

Îro 7ê Nîsanê piştî nîvro jî Erdogan li Koşka Serokkmariya Tirkiyê pêşwazî li Lavrov kir. Derbarê hevdîtina Erdogan û Lavrov de ti daxuyaniyek nehat dayîn.