Li Tirkiyê veterînerên diçin derveyî welat 20 qat zêde bûne

07-04-2023
RÛDAW
Nîşan Koça Veterîneran Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Konseya Navendî ya Yekitiya Pizîşkên Veterînerên Tirk Murat Arslan ragihand, hejmara veterînerên diçin derveyî welat 20 qat zêde bûne.

Li Tirkiyê piştî hejmara zêde ya pizîşkan ku diçin derveyî welat koça veterîneran jî dest pê kiriye.

Yekitiya Pizîşkên Veterînerên Tirk (TVHB), derbarê ragihandina rewşa sektora ajeldariyê de li Enqerê civîneke medyayê saz kir. Serokê Konseya Navendî ya Yekitiya Pizîşkên Veterînerên Tirk Murat Arslan dibêje, veterîner jî ji bo biçin derveyî welat weke pizîşkan “Belgeya Rewşa Baş” werdigrin.

Murat Arslan got: “Nêzîkî 200 veterînerî çûne derveyî welat. Dibe ku ev hejmar li gor pizîşkan kêm be, lê 20 qat zêde bûye. Pêştir salê 2-3 veterîner diçûn.” Arslan dibêje, kalîteya perwerdeya beşên veterîneriyê li zanîngehan daketiye û di 10 salên dawî de hejmara veterînerên hatine tayînkirin, gelekî kêm in.

Li gor amarên Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB), sala 2022ê 2 hezar û 685 pizîşkan ji bo biçin derveyî welat bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst