Nivîskarê Ermen Migirdîç Margosyan bo axê hat spartin

07-04-2022
Omer Sonmez
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Nivîskarê Ermen ê xelkê bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê Migirdîç Margosyanê ku di 2ê Nisanê de di 84 saliya xwe de koça dawî kiribû bi merasîmeke taybet bo axê hat spartin.

Merasîma cinazeyê ya Margosyan 7ê Nîsanê roja Pêncşemê, li Dêra Dayika Meryem ya Kumkapiya Stenbolê hat kirin û piştre li goristana Şîşlî ya Ermeniyan bo axê hat spartin. Nivîskarê Kurd Şeyhmus Diken jî ji gundê Heredana Amedê ku Margosyan bi eslê xwe ji wê gundê ye, ax anî û bi ser gora wî reşand.

Di merasîma olî ya cinazeyê Margosyan de, li gel malbat, xizm û hezkiriyên wî; Parlamaneterên HDPê Garo Paylan, Zuleyha Gulum, Parlamenterên CHPê Ozgur Ozel, Sezgin Tanrıkulu, şaredarên CHPê yên navçeyên Kadikoy û Adalarê Şerdil Dara Odabaşi û Erdem Gul, nivîskar û rojnamegerên wek Şeyhmus Diken, Oral Çalışlar, Yildiz Ramazanoglu, Murad Mihçi, Fatih Polat jî beşdar bûn.

Her wiha Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroglu, Şaredarê Stenbolê Ekrem İmamoglu û karsaz û aktivistê girtî Osman Kavala jî bo cinazeyê destegul şandin.

Her wiha Cîgirserokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Kasim Ergun jî di merasîma cinazeyê de amade bû. Li aliye din Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaşê zindanî jî ji bo koça dawî ya nivîskarê Ermenî Migirdîç Margosyan peyameke sersaxiyê belav kiribû.

Migirdîç Margosyan 23ê Kanûna 1938 li taxa Xançepeka Amedê hatiye dinê. Dibistanê seretayî li Amed xwendiyê û piştî koçkirine bo bajarê Sitenbolê û li wir li Zanîngeha Stenbolê beşa felsefê dixwîne. Bi dehan pirtûkên xwe hene û heta canê xwe ji dest dayî jî nivîskariya gelek rojnameyên Tirkiyê kiriye.

Dost, heval û hezkiriyên Margosyan ji bo Rûdawê behsa Margosyan kirin.

Nivîskar û hevalê Margosyan Şeyhmus Diken got: “Migirdîç 50-60 sal li Stenbolê jiyan kir, lê tim rûyê çîrok, nivîs, pirtûk û jiyana wî li Diyabekirê bû. Ew ne tenê Ermenî ye, ew Kurd, e Ereb e, Ecem e, Asûrî ye. Ew di çîrokên xwe de behsa hemû miletan dikir.”

Nivîskar Yildiz Ramazanoglu jî got: “w yek ji stûnên sereke yê welatê me bû. Him bikaranîna wî ya Tirkî, him jî bi zimanên ku dizanibû gelek ked da edebiyata wan zimanan. Lê li gorî ew bi berfirehî nehat xwendin. Dixwazim ew ji aliyê gelek kesan ve bê xwendin.”

Nivîskar û hevalê Margosyan Oral Çalışlar jî wiha behsa wî kir: “Ew mirovekî wek destan bû. Ew bi jiyan û berhemên xwe bandoreke mezin da ser çanda gelen Ermen, Kurd û Tirk. Ew van her 3 çandan baş dizanibû. Nivîskarekî hêja û gewre bû. Em gelek xemgîn in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst