Yoneylem: Dengên Tifaqa Millet ji yê Tifaqa Cumhur zêdetir in

07-04-2022
RÛDAW
Kompanya Yoneylem, encamên rapirsiya xwe a meha Adarê ragihandin
Kompanya Yoneylem, encamên rapirsiya xwe a meha Adarê ragihandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompaniya Yoneylemê a dawî, eger niha hilbijartin li Tirkiyê çêbibin, dengên AK Partiyê %31.2 û yên CHPê %28.6 in.

Kompanya Yoneylem, encamên rapirsiya xwe a meha Adarê ragihandin. Rapirsî li 27 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye kirin.

Li gorî encamên rapirsiyê, %60ê xelkê dibêjin Tirkiye xerab tê birêvebirin û %15.6 jî dibêjin ne xirab û ne jî baş tê birêvebirin. Tenê %22.1ê xelkê dibêjin Tirkiyê baş tê birêvebirin.

Herwiha %62.9ê xelkê di wê baweriyê de ne ku wê sala bê rewşa Tirkiyê xirabtir bibe. Di rapirsiyê de ji beşdaran hatiye pirsîn ka wê dengê xwe bidin kîjan partiyê jî û encam bi vî wiha ne:

AK Partî: %31.2

CHP: %28.6

ÎYÎ Partî: %14.5

HDP: %10

MHP: %7.8

DEVA: %2

Seadet: %0.7

Partiya Pêşerojê: %0.5

%55.6ê beşdaran dibêjin, wê di hilbijartinan de Hevpeymaniya Millet a ku CHP û ÎYÎ Partî di nav de ne, piraniya kursiyên parlamentoyê bidest bixe, %44.4 jî dibêjin wê Tifaqa Cumhur a ku ji AK Partî û MHPê pêk tê, piraniya kursiyên parlamentoyê bidest bixe.

Herwiha %60.8ê xelkê dixwazin sîstema rêveberina Tirkiyê weke berê sîstema parlamenteriyê be û %30.4an jî piştgiriya Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst