Partiya DEVAyê serdana Abdullah Gul kir

Hewlêr (Rûdaw) – Parlementerê Partiya DEVAyê yê Stenbolê Mustafa Yeneroglu, serdana Serokkomarê 11mîn ê Tirkiyê Abdullah Gul kir.

Mustafa Yeneroglu di hesabê xwe yê Twitterê de li ser serdanê wêneyek belav kir û got, “Min serdana serokkomarê me yê 11mîn kir. Em li ser meseleyên welêt axivîn, min guhdariya nêrînên wî yên girîng kir. Spasiya Birêz Serokkomar dikim ji bo têkilî û nezaketa wî.”

Tê zanîn ku Serokkomar Recep Tayib Erdogan jî dê di demeke kurt de bi Abdullah Gul re hevdîtinekê pêk bîne.

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan diyar kiribû ku wî di dema avakirina partiya xwe de bi serokkomarê berê Abdullah Gul re danûstandin kiriye û ji fikr û nêrînên wî sûd wergirtiye.