Amnesty International rexneyên tund li Tirkiyê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) di raporta xwe ya salane de tekezî li ser pêdîviya dadweriyeke serbixwe ji bo Tirkiyê kir û diyar jî kir ku zext û guvaşa li ser aliyên opzisyonê û binpênkirina mafên mirov berdewam bûye.

Amnesty International raporta xwe ya sala 2020 a derbarê rewşa mafên mirovan de li seranserê cîhanê,  belav kir.

Di wê raportê de amaje bi rewşa ji ber vîrusa Coronayê hat kirin û hat diyarkirin di vê qonaxê de binpêkariyên mafên mirovan zêde bûne.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî di beşa li ser Tirkiyê ya raporta xwe de balkişand ser serbixwenebûna dadweriya Tirkiyê û wek pêdiviya herî li pêş nîşan da ku li Tirkiyê dadwerî xwedî biryara serbixwe be.

Di raportê de hatiye gotin ku li Tirkiyê hêza dadweriyê, ewlekariya darizandina dadperwerane û usulên yasayî binpê kirin û yasaya rûbiribûna terorê ku “berfireh e” ji bo cezakirina kiryarên ku di bin parastina hiqûqa mafên mirovan de ne, bikar anîn.

Amnesty dibêje, endamên dadweriyê û hiqûq ji ber ku “erkên xwe bi awayekî rewa” pêk anîne, rastî ceza hatin û diyar kir ku “destdirêjiya” darazê li ser gelek kesan berdewam kir ku rojnamevan, siyasetmedar, aktîvîst, bikarhênerên medya civakî û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de ne.

Ew rêxistina navdewletî dibêje, li Tirkiyê hejmareke zêde ya xelkê ji ber xebatên di warên mafên mirovan de hatin cezakirin û niha di zindanê de ne û tekez kir ku cudakarî û zext û guvaşên li ser aliyên opozisyonê û azadiya raderbirînê, di sala 2020an de jî berdewam kirin.

Amnesty diyar dike, hikûmeta Tirkiyê ji bo “serkutkirina opozisyonê” guvaêên li ser rêveberiyên xwecihî zêde kirin û “bi hinceta krîza Covid-19” xebat û çalakiyên partiyên opozisyonê li rêveberiyên xwecihî asteng kirin.

Di raportê de amaje bi yasaya medya civakî ya Tirkiyê jî hatiye kirin ku divê nûnerê her kompaniyeke torên civakî li wî welatî amade be û hatiye gotin, bi hinceta ku pabendî wê yasayê nebûne, 40 milyon lîreyê Tirkiyê ceza li Facebook, Twitter û Instagramê hatiye birîn û ev yek jî wek astengî li pêş azadiya di warê înternetê de hat binavkirin.

Her di wê raportê de behsa guvaşa li ser parêzer û dadgeran jî tê kirin û wek nimûne lêpirsîna derbarê 3 dadgeran de tê nîşandan ku biryara azadkirinê bo karsaz û aktîvîst Osman Kavala û hejmareke kesên din dabûn ku bi “rêkxistin bûyerên Geziyê” dihatin tometbarkirin.

Yasaya derbarê baroyan ya Tirkiyê jî di wê raportê de cih digire ku bi wê yasayê rê bi avakirina baroyên din jî tê dayîn û Amnesty dibêje, “desthilat û serxwebûna baroyan hat lawazkirin.”

Di raportê de tê gotin, li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe, ji 11ê Adarê ta 21ê Gulana 2020, 1105 kes bi tometa belavkirina “postên provakatîf ên têkildarî Covid-19 û propagandaya terorê” rastî lêpirsînê hatin û 510 kes jî hatin desteserkirin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî amaje bi rewşa  Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevşaredarê berê yê Qersê Ayhan Bîlgen ku niha di girtîgehê de ne û herwiha girtina endam û alîgirên HDPê û zextên li dijî partiyên din ên opozisyonê dike û tekez dike ku guvaşa li ser aliyên opozsiyonê berdewan bûye.

Di raportê de behsa daxuyaniya Serokê Diyaneta Tirkiyê jî hatiye kirin ku kesên hevregez wek nexweşên AIDS/HIV binav kiribûn û hatiye bibîrxistin, baroyên ku ew daxuyanî rexne jî kirin bi hinceta “sivkatiya bi nirxên olî” rastî lêpirsînê hatin.

Herwiha behsa gefên Tirkiyê yên vekişîna ji Peymana Stenbolê ya taybet bi jinan jî hatiye kirin. (Tirkiye îsal ji Peymana Stenbolê vekişiya).

Hebûna îşkence û miameleya xerab li zindanên Tirkiyê jî di raportê de cih girt û têkildarî vê yekê, behsa wan hemwelatiyên Kurd jî hat kirin ku li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin û hat gotin ku di navbera gotinên şahidhalên bûyerê û daxuyaniya Wezareta Navxwe de nakokî hene.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) balê dikişîna ser rewşa penaber û koçberên li Tirkiyê jî û bibîr dixe ku ji ber biryara Tirkiyê ya vekirina sînoran û herwiha rêgirtina Yunanê, hejmarek ji koçber û penaberan mirin û birîndar bûn.