Li Edirne 950 koçberên ne yasayî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî gotegota ku li ser medya civakî hat belavkirin qaşo dê Tirkiye deriyên sînor veke, pêla koçberan ber bi bajarê Edirne yê Tirkiyê berdewam e daku ji wê derê jî bi pêyan derbasî Yunanîstanê bibin, lê xewna wan nehat dîtin.

 

Li bajarê Edirneyê di sê rojan de 950 koçber li bazgeh, otogar û garên trênê de ji aliyê polis û cendirmeyên Tirkiyê ve hatine girtin.

 

Li ser banga koçberên neyasayî yên Îran û Efxanî yên li Tirkiyê dijîn ku qaşo Tirkiye sînor vedike, 3 roj e bi qeflan koçber berê xwe didin Edirneyê.

 

Tîmên ser bi Rêveberiya Asayîşa Edîrneyê û Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li bazgeh û otogaran gelek tedbîr wergirtin û di 3 rojên dawî de 950 koçberên neyasayî hatin girtin. Lê piştî li ser rêyan tedbîr hatin zêdekirin, koçberan berê xwe dan rêya trênê.

 

Şevê din li Gara Trênê ya Edirneyê zarok jî di nav de 40 koçberên Îranî û Efxanî hatin girtin. Koçberên neyasayî yên li Edirneyê hatine girtin, piştî li Îdareya Koçê ya Bajêr cih nema, wan dişînin rêveberiyên din ên koçê yên navçeyê.